Îlon 18, 2023 15:50 Asia/Tehran
  • Şandeke Bexdayê ji bo cihanîna rêketina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de gihîşt Hewlêrê

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ser fermana serokwezîrê vî welatî ji bo hilkolandina rêketina ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê gihêşt Herêma Kurdistanê.

Şandeke pilebilind a ewlehiyê bi serokatiya Qasim El Erecî Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê îro berî nîvro ji bo hilkolandina cihanîna rêketina ewlehiyê ya di navbera Îran û Iraqê de gihîşt Hewlêrê.

Di daxuyaniya  Nivîsgeha Qasim Erecî de hatiye: Ev sefer ser  fermana Mihemed Şiya El Sudanî serokwezîrê Iraqê cih hat û biryar e şanda hanê dawîn alûgurên têkildarî cihanîna  rêketian ewlehiyê di anvbera Îran û Iraqê hilkole. 

Di vê çarçoveyê de berpirsekî pilebilind ê iraqî di fermandehiya hêzên sînorî de li Bexdayê, bal kişand  ser berdewamiya valakirina qereqol û meqerên komên terorîst ên cudayî xwaz li ser xeta sînorî ya Îran û Iraqê û daxistina alayên wan û  ragihand ku hêzên nû yên alîkariyê îro Duşemê 18ê Îlonê ji bo kontrolkirina navçeyê ber bi sînorê Iraq û Îranê ve tên şandin.

 

Serepeyv