Îlon 18, 2023 07:45 Asia/Tehran
  • Nûnerê Iraqê: Bicihkirina hêzên leşkerî li ser sînorên Îranê ser xêra ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye

Endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê got: Bicihkirina hêzên sînorparêz ên dewleta federal li ser sînorên hevpar ên bi Komara Îslamî ya Îranê re, ser xêr û berjewendiya ewlehiya neteweyî ya Bexdayê ye.

Selah El- Temîmî, endamê Komîsyona Ewlehî û Berevaniyê li Parlemana Iraqê îro yekşemê bal kişande ser vê yekê ku bicihkirina hêzên sînorparêz yên hikûmeta federal li ser sînorên hevpar ên bi Komara Îslamî ya Îranê re, biryareke durust e.

Temîmî teqez kir ku, bi cihkirina van hêzana bona piştgiriya ji ewlehiya neteweyî ya Iraqê ye, Ji ber ku li navçeyên sînorî komên çekda  bi cih bûne ku ji neteweyên curbicur in.

Îran û Iraqê pêştir di warê hevkariyên ewlehiyê de rêketineke ewlehiyê îmze kiribûn, Îran teqez dike ku li gorî  vê rêketinê divê Iraq komên terorîst ên cudayîxwaz ên li ser sînorên hevpar bêçek bike.

Piştî hişyariyên berdewam ên Îranê derbarê çalakiya komên terorîstî li ser hêlên sînorî yên bi Iraqê re, fermandeyê snorvaniya Iraqê roja Îniya buhurî di daxuyaniyekê de ragihand, demajoya şerê li himber van komanadest pê bûye û hêzên sînorvaniyê yên Iraqê navçeyek ji bin kontrola wan derxistine. .

 

Serepeyv