Hezîran 04, 2023 16:45 Asia/Tehran
  • Iraq û Sûriye ji bo parastina sînoran li hemberî terorîstan hevkarî dikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê qala piştevaniya Bexdayê ji pêvajoya aştiya navxweyî li Sûriyê û hevkariya bi Dimeşqê ra ji bo parastina sînoran kir.

Ehmed El-Sehhaf Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê got ku Iraq û Sûriye jibo xurtkirina hwldanên dualî bo parastina sînorên hevpûar û rêgirtin li têketina terorîstan û danûstandina zanyariyan derbarê ewlehî û aramiya sînoran hevkarî dikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê got: Helwêsta Bexdayê derheq qeyrana Sûriyê diyar û bingehîn e; Iraq daxwaza çareserkirina qeyrana Sûriyê bi rêya siyasî va dike, ne rêkarên leşkerî. Wî got: Iraq piştgiriyê dide dewama şêwirînên siyasî û hevahengiya helwêstan digel Sûriyê derheq alûgirên navçe û cîhanê.

Feysel Miqda  Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê êvara Şemiyê ji bohevdîtina bi rayedarên iraqî va gihîşte Bexdayê. Ev serdan li ser vexwendina Fuad Hisên Wezîrê Karên Derve ya Iraqê pêk hatiye.

 

Serepeyv