Hişyariya şêxên eşîretên El-Enbarê derbarê xebata partiya hilweşyayî ya Beisê li Urdinê
Hejmarek ji şêxên eşîretên parêzgeha El- Enbarê kiryara hikûmeta Urdinê ya dayîna îzna xebata siyasî bo partiya hilweşyayî ya Beisê şermezar kir û derbarê dûhatên wê yên bi talûke hişyarî da.
Şêxên eşîretên parêzgeha El- Enbarê teqez kirin: Ev kiryara rayedarên Urdinê karekî bi talûke dijî ewlehiya Neteweyî ya Iraqê tê hesabê û divê hikûmeta navendî ya Iraqê li himber Urdinê de helêwsteke vebirr hebe.
Şêxên eşîretên parêzgeha El- Enbarê her wiha gotin, vegeryana partiya hilweşyayî ya Beisê bo qada siyasî ya Urdinê, destêwerdana eşkere di karûbarên navxweyî yên Iraqê tê hesabê û dê bibe sedema nakokiyên siyasî û ewlehiyê navbera her du welatan.
Cebar Ewde, yek ji rêberên Hevalbendiya Fatha Iraqê jî wek berteka jî li himber biryara hikûmeta Urdinê bo dayîna îzna xebata siyasî bioo partiya hilweşyayî ya Beisê û got: Niha Urdin sitargeha zêdetirî 5 hezar besisiyên revyayî ji Iraqê ye û dûr nîne ku destê Emerîkayê di hewildana bo vejiayndina vê partiyê bona xalifandina alûgurên navçeyê têde hebe