Pêgirîya Fraksyona Al Sadeqoun`ê ser bidawîhanîna destwerdana bîyanîyan û derxistian wan ji Iraqê
Endamekî Parlimana Iraqê got: Serwerîya tam a Iraqê girêdayîyê bidawîhanîna destwerdanê, derxistina bîyanîyan û şopandina ciddî ya dosîya terora ``fermandeyên şehîd``e.
Serokê Fraksyona Al Sadeqoun`ê li Parlimana Iraqê Ednan Feyhan Duleymî îro pêgirî ser domandina ciddî ya dosîya ``fermandeyên şehîd`` ên berxwedanê li Iraqê û derxistina hêzên bîyanî yên li vî welatî kir û got: Istiqrar û ewlehîya welêt maye ser serwerîya tam û yekperçe li erd, esman û deryayê û ev yeka dê bêyî destwerdana bîyanîyan pêk were.
Ednan Duleymî herwiha got: Destwerdana Wekîla NY li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di karên vî welatî da qet nayê qebûlkirin.
Berî vîya Endamê Hevalbendîya Feth a Iraqê Elî Fetlawî, Wekîla NY li Iraqê bi meşandina sîyasetên dijberane û alozkirina rewşa sîyasî ya vî welatî tawanbar kiribû.