Adar 18, 2023 16:36 Asia/Tehran
  • Hewla Amerîkayê ji bo mayîna çekdarên DAIŞ`ê li Iraqê

Endamekî pillebilind ê Hevalbendîya Feth a Iraqê ragihand ku Amerîka hewil dide terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê bimînin.

Endamê pillebilind ê Hevalbendîya Feth`ê Udey Ebdulhadî dîyar kir ku Amerîka he nake DAIŞ li Iraqê were kokbirrkirin û got: Dezgeha Istixbaratê ya Amerîkayê komên tundrê yên navnetewî ji wan Al Qaide û DAIŞ û komên din ên terorîst ava kirin û her kes vê yekê dizane.

Ebdulhadî herwiha amajeyî piştgirîya Amerîkayê ya darayî û istixbaratî û alîkarîya bo revîna endamên DAIş`ê ji Sûrîyê bo Iraqê kir û got: Amerîka naxwaze ku DAIŞ li Iraqê were kokbirrkirin lewma hewil dide beşeke wê koma terorîst li Iraqê bimîne.

Vî endamê pillebilind ê Hevalbendîya Feth a Iraqê got: Amerîka piştgirîyê dide bi hezaran terorîstên ji netewên curbcur ku li kempa Holê li Sûrîyê tên xweyîkirin ta ku di dema pêwîst da wan ser xêra xwe ji bo alozkirina rewşa herêmê û Iraqê bi kar bîne.