Sûdanî: Îran destwerdanê di karên Iraqê da nake, divê welatên rojavayî rewşa Iraqê têbigihîjin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i340132-sûdanî_Îran_destwerdanê_di_karên_iraqê_da_nake_divê_welatên_rojavayî_rewşa_iraqê_têbigihîjin
Serokwezîrê Iraqê lihevkirina Îran û Erebistanê alûgureke baş û erênî zanî û got: Îran qet destwerdanê di karên Iraqê da nake û divê welatên rojavayî rewşa Iraqê têbigihîjin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2023 11:51 Asia/Tehran
  • Sûdanî: Îran destwerdanê di karên Iraqê da nake, divê welatên rojavayî rewşa Iraqê têbigihîjin

Serokwezîrê Iraqê lihevkirina Îran û Erebistanê alûgureke baş û erênî zanî û got: Îran qet destwerdanê di karên Iraqê da nake û divê welatên rojavayî rewşa Iraqê têbigihîjin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî di axavtinekê da lihevkirina Îran û Erebistanê alûgureke baş û erênî zanî û pêgirî ser rola girîng û mezin a Bexdayê di lihevnêzîkkirina nêrînên Têhran û Rîyazê kir.

Sûdanî got ku me peywendîyên erênî û şirkatî bi Îranê ra heye û dîyar kir: Bexda ti wexta qebûl nake ku axa Iraqê bibe xala destpêkê ji bo gefxwarina dijî welatên cînar.

Mihemed Şîya Sûdanî ber bi welatên rojavayî va jî got: Iraq di rêzebendîya dijî welatên herêmê da pişikdar nabe û divê welatên roajvayî jî vê yekê têbigihîjin ku Iraq welatekî pêkhatî ji etnîk  ûolên curbicur e û divê her kes rêzê li serwerîya netewî ya Iraqê bigire.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Iraq perçe nabe û hêz û şîyana vî welatî jî ji qanûna bingehîn a wî welatî xwe serekanîyê digire.