Adar 14, 2023 18:41 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Serokwezîrê Iraqê ser qahîmkirina şirîkatîya Tehran û Bexdayê

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Wezîrê Abor û Darayîyê yê Komara Islamî ya Îranê bi Serokwezîrê Iraqê ra hevdîtin pêk anî.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê îro ragihand: Wezîrê Abor û Darayîyê yê Komara Islamî ya Îranê Êhsan Xandûzî û desteya digel da bi Serokwezîrê Iraqê ‘Mihemed Şîya Sûdanî’ ra civîyan û basa dosîye û meseleyên aborî û hevkarîya her du welatan û rêyên xurtkirina wan kirin.

Sûdanî pêgirî ser girîngatîya piştgirîya ji çalakbûna Lêjneya Hevpar a Îran ûIraqê û qahîmkirina şirîkatîya dualî di war û astên curbicur da kir.

Wezîrê Abor û Darayîyê yê Komara Islamî ya Îranê Êhsan Xandûzî jî di vê hevdîtinê da ji ber rola Iraqê di lihevnêzîkkirina Îran û Erebistanê da ku bû sedema lihevkirina Rîyaz û Tehranê û istiqrar û ewlehîya herêmê xurt dike, destxweşî li Iraqê kir.

 

Serepeyv