Adar 13, 2023 15:40 Asia/Tehran
  • Konferansa Navneteweyî ya Yekitîya Îslamî li Bexdayê hat lidarxistin

Bexdaya paytexta Iraqê îro mazûvana Konferansa Navneteweyî ya Yekitîya Îslamî bû ku gellek kesayetiyên îslamî tê da beşdar bûn.

Li gorî rapora Kanala El-Meyadînê, Axaftinên beşdarên Konferansa Navneteweyî ya Yekitîya Îslamî li dor hin mihwerên hevpar bû ku ya herî girîng têgeha yekitîyê li gorî îslamê, pêkvejiyan di Quran û sunetê da, her wiha mijarên din ji wan xurtkirina pêkvejiyanê û parastina mafên mirovan di pergala îslamî da bû.

“Hemîd Şehrîyarî” Sekreterê Giştî yê Civata Cîhanî ya Lihevnêzikkirina Mezhebên Îslamî got: Yek ji ewlewiyetên van cûre konferansan, tekezî li vêya ye ku meseleya Filsitînê mihwera esasî di cîhana îslamê da ye.

Şêx “Muhemed El-Nûrî” Berdevkê Konseya Zanayên El-Robat El-Muhemedî jî got: Em misilmanan vedixwînin biratî û dilovaniya navbera sune, şîe, ereb û kurdan.

“Nûh Ebdullah Nûh Kenoy” melayekî ji Nîceryayê jî got: Umeta îslamî hewcedarê lidarxistina van cûre konferansan ji bo pêkhatina armancên îslamî yên li gorî morala îslamî ye da ku yekitî û nêzikatiya îslamî û pêkvejiyana navbera gişt misilmanan serê xwe bigire.

 

Serepeyv