Ziyaretkerên Eba-Ebdullah (S) bi peyatî ber bi Kerbelaya Muella va dimeşin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i339945-ziyaretkerên_eba_ebdullah_(s)_bi_peyatî_ber_bi_kerbelaya_muella_va_dimeşin
Komeke mezin a ziyaretkerên Îmam Husêyn (S) bi armanca vejiyandina rêûrisma Nîveka meha Şe’banê (15ê Şe’banê) ber bi Kerbelayê va dimeşin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2023 15:23 Asia/Tehran
  • Ziyaretkerên Eba-Ebdullah (S) bi peyatî ber bi Kerbelaya Muella va dimeşin

Komeke mezin a ziyaretkerên Îmam Husêyn (S) bi armanca vejiyandina rêûrisma Nîveka meha Şe’banê (15ê Şe’banê) ber bi Kerbelayê va dimeşin.

Roja 15ê meha Şe’banê ya sala 1444an a Koça Heyvî beranberî 8ê Adara 2023an, salroja jidayîkbûna pîroz a Hezretê Mehdî (Ec), îmamê 12an ê Şîeyên Cîhanê ye.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Kanala “Exbar ul-Şîe”yê, Komeke mezina  ziyaretkerên Îmam Husêyn (S) bi boneya Nîveka meha Şe’banê û jidayîkbûna Îmam Mehdî (S) ji bakur û başûrê Iraqê ber bi bajarê Kerbelaya Muella va dimeşin.

Di vê raporê da hatiye, Ziyaretker ji parêzgehên başûrê Iraqê di çarçova hin karwanan da bi peyatî bi rê ketione û bi sedan kîlomitr di rêya hub û evîna Mehdewî û Welayî derbas kirine da ku rêzê li salroja jidayîkbûna Îmam Mehdî (Ec) bigirin.