Adar 04, 2023 18:12 Asia/Tehran
  •  3 gornên komkî li Şengalê hatin keşifkirin û vekirin

Îro li Şengalê 3 gornên komkî ku tê texmînkirin meytên 40 Kurdên Êzidî tê de ne, hatin vekirin.

Çavkanîyekî iraqî îro ragihand ku îro 3 gornên komkî yên Êzidiyan di navbera gundê Qenîyê û rêya serekî ya Şengalê, ji aliyê Ofîsa Gorên Komî ya Iraqê ve hatin vekirin.

Tê payîn ku 40 meyt di wan gornan da bin.

Heta niha li Şengalê tevî ku 83 gorên komî hatine diyarkirin jî, ji wan gelek kêm gor hatine vekirin. Ji gorên komî yên ku heta niha hatine vekirin cenazeyên 162 kesan ku 20 ji wan jin û 142 jî mêr in, hatin derxistin.

Kurdên Êzidî di 3ê Tebaxa 2014an de ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve rastî komkujiyê hatin. Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, 6 hezar û 227 Kurdên Êzidî ku ji wan 3 hezar û 358 jin û 2 hezar û 869 jî mêr in, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin.

Ji 6 hezar û 227 kesên hatin revandin heta niha 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin lê çarenivîsa yên din ne diyar e.

 

Serepeyv