Sibat 06, 2023 16:37 Asia/Tehran
  •  Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê: “Amerîka li ser sînorê Iraq û Sûriyê bi êgir dilîze”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê di press konferansa digel hevpîşeyê xwe yê iraqî da got: Amerîka di rûbirûbûn û danûstandina digel niştecihên navçeyên kurdnişîn ên navbera Iraq û Sûriyê da bi êgir dilîze.

“Sergey Lavrov” Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê di press konferansa digel “Fuad Hisên” da got: “Em derbarê peywendiyên dualî û derfetên sermayeguzariyê, rewşa navçeyê û hevkariya di warê pereyên neetweyî li dewsa Dolar b hev ra axivîn û me tekezî li ser pêwîstiya hevahengkirina helwêstan kir.”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê got: “Nabe ku boykotên dasepandî ji aliyê welatên rojavayî va bandor li peywendiyên dualî bikin.”

Lavrovî tekez kir: “Em çawaniya jinavçûna Mûsil, Reqa an bajarên din û cinayetên cengê yên pêkhatî bi bîr tînin ku ti wextî civata navneteweyî ji ber wan nîgeran nebû an jî bala xwe neda ser wan û sebebkarên wan kiryara ceza nekirin.” Wî her wiha got: “Amerîka di rûbirûbûn û danûstandina digel navçeyêîn kurdnişîn ên navbera Iraq û Sûriyê bi êgir dilîze.”

“Fuad Hisên” Wezîrê Karên Derve yê Iraqê jî di vê press konferansê da got: “Serdana desteya rûsî derfeteke girîng ji bo haydarbûna ji nêrîna aliyê ûris derbarê meseleyên cûr bi cûr e. Helwêsta Iraqê derbarê şerran zelal û aşkira ye; em daxwaza pêkhatina agirbesê navbera Rûsye û Ukraynê dikin.”

Fuad Hisên her wiha got: “Peywendiya Iraqê û Rûsyê dîrokî ye û em ji hêla ewlehî û aborî va bi vî welatî ra hevkarî dikin. Ez ê Çarşemiyê herim Waşîngtonê û em ê li wir derbarê hevkariya tev kompaniyên rûsî biaxivin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê got: “Em di warên ewlehî û aborî da bi Rûsyê ra hevkarî dikin û me li ser çawaniya berçavgirtina mafên darayîyê yên kompaniyên rûsî li Iraqê gotûbêj kir.”

 

Serepeyv