Çile 29, 2023 18:52 Asia/Tehran
  • Hevalbendiya Feth’ê ya Iraqê derbarê fitnekeriya Amerîkayê dijî Iraqê hişyarî da

Endamê Pilebilind ê Hevalbendiya Feth’ê ya Iraqê teqez kir, Amerîka dolar, aloziyên li kolanan û riyên din di nava Iraqê de wek çek û sîlehekê dijî hikûmeta “Muhemed Şiya Sûdanî” bi kar tîne.

 Elî El-Zubeydî, Endamê Pilebilind ê Hevalbendiya Feth’ê derbarê bikaranîna amûr û kirêgirtiyên Amerîkayê li Iraqê dijî hikûmeta Muhemed Şiya Sûdanî hişyarî da û got: ”Amerîkayê hin amûrên xwe hene ku di sala 2019`an ew djî Iraqê bi taybet hikûmeta Adil Ebdulmehdî bi kar anîn, di halekî de ku Ebdulmehdî di siyaseta xwe ya dergheq xelkê Iraqê de şaştî nekir, belkî li hember siyaset û kiryarên Amerîkayê li nav Iraqê rawesta.”

 Endamê Pilebilind ê Hevalbendiya Feth’ê ragihand: “Amerîka dolar, aloziyên li kolanan û riyên din di nava Iraqê de wek çekê dijî hikûmeta Muhemed Şiya Sûdanî bi kar tîne û muhtemel e kar û xebata Sûdanî bo çaksaziyên bingehîn li Iraqê rastî kiryara Amerîkayê bo rakirina kesên li kolanan dijî wî bona bêencamkirina biryarên wî were.”

 Derbarê vê yekê de, “Elî El-Fetlawî” ji rêberên Hevalbendiya Feth’ê yaIraqê jî pêştir ragihand ku Amerîka hegera sereke ya jordeçûna bihaya dolar li bazarên Iraqê ye û ji Sûdanî Serokwezîrê vî welatî xwest ku ji gelê Iraqê re komploya teze ya Amerîkayê eşkere bike.

Karzanên iraqî bi caran derbarê destêwerdanên Amerîkayê bi rêya balyozê vî welatî li hemî meseleyên navxweyî yên Iraqê û dûhatên wê hişyarî dane û heta hejmarek ji parlemanterên Iraqê ji hikûmetê xwestibûn ku nehêle balyozê Amerîkayê destêwerdanê di karûbarên wan de bike.

 

 

Serepeyv