Çile 24, 2023 13:11 Asia/Tehran
  • Fuad Hisên li ser daketina bihaya diravê vî welatî daxûyanîyek da

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê amajeyî daketina bihaya diravê vî welatî himber Dolar kir û ragihand ku Bexda bi awayekî taybet di vî warî da hewil dide ta ku bihaya Dînar jorda here.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên di axavtinekê da pêgirî kir ku hikûmet hewlên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka bihaya Dînar himber Dolar didomîne û hewla hikûmetê ji bo jordaçûna bihaya Dînar himber Dolar ciddî ye.

Vê dawîyê meseleya daketina bihaya Dînarê Iraqê himber Dolarê Amerîkayê bûye pirsgirêkek ji bo Bexdayê û hin rayedar û kesayetîyên iraqî jî dibêjin ku rola Amerîkayê di birêxistina qeyrana aborî li vî welatî da heye.

Têkildarî vê pirsgirêkê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî, Serokê Banka Navendî û Rêvebirê Banka Ticaret a Iraqê wêda dan.

Serokwezîrê Iraqê, Elî Muhsin Elaq wek Sergêrê Banka Navendî û Bilal Hemdanî jî wek Rêvebirê Banka Ticaret a Iraqê dest nîşan kir.

 

 

Serepeyv