Karwanekî hevpeymaniya amerîkî li Iraqê ket ber êrişê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338761-karwanekî_hevpeymaniya_amerîkî_li_iraqê_ket_ber_êrişê
Karwanekî piştgiriyê yê Hevpeymaniya amerîkî li bakurê paytexta Iraqê tûşî teqîna bombeyeke li kêleka rêyê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 12, 2023 11:01 Asia/Tehran
  • Karwanekî hevpeymaniya amerîkî li Iraqê ket ber êrişê

Karwanekî piştgiriyê yê Hevpeymaniya amerîkî li bakurê paytexta Iraqê tûşî teqîna bombeyeke li kêleka rêyê bû.

Li gorî rapora Shafagh News'ê, Çend kamyonên hilgira alavên piştgirî û leşkerî yên ser bi Hevpeymaniya amerîkî ya dijî DAIŞ'ê vê sibê li bakurê Bexdayê tûşî teqîna bombeyeke li kêleka rêyê bûn.

Ev teqîn li rêya navçeya El-Tacî-Bexdayê qewimî û zirara canî li ti kesî neket.

Gelek ji welatî û komên Berxwedanê ragihandine ku di rewşa dewama hebûna hêzên amerîkî li vî welatî, ew mafê xwe dizanin ku li dijî destdirêjker û dagirkeran rawestin.