Tirkiyê li Qehtaniyeya Şengalê êrîşî ser avahiyeke niştecihbûnê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336672-tirkiyê_li_qehtaniyeya_Şengalê_êrîşî_ser_avahiyeke_niştecihbûnê_kir
Balefirên şêrr ên hêza asimanî ya artêşa Tirkiyê avahiyeke niştecihbûnê li bakûrê Iraqê dan ber êrîşê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2022 21:25 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li Qehtaniyeya Şengalê êrîşî ser avahiyeke niştecihbûnê kir

Balefirên şêrr ên hêza asimanî ya artêşa Tirkiyê avahiyeke niştecihbûnê li bakûrê Iraqê dan ber êrîşê.

Li gorî rapora kanala El-Ehdê ya Iraqê, balefirên şêrr ên artêşa Tirkiyê berêvara Înê avahiya Til Ezîzê li Qehtaniyeya Şengalê li Mûsila bakûrê Iraqê dan ber êrîşê.

Di vê raporê da hatiye ragihandin, ev avahî hilweşiyaye û çend kes di bin kavilan da mane.

Tevgerên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê di halekî da ne ku dewlet û tevgerên siyasî yên vî welatî bi tundî li dijî hebûna Tirkiyê ya leşkerî li bakûrê Iraqê ne û êrîşên wê yên berdewam wek binpêkirina serweriya neteweyî ya xwe dizanin.