3 kes ji ber teqîna bombeyê li bakûrê Bexdaya Iraqê birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336492-3_kes_ji_ber_teqîna_bombeyê_li_bakûrê_bexdaya_iraqê_birîndar_bûn
Ji ber teqîna bombeyekê li bakûrê Bexdaya paytexta Iraqê 3 kes birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 15, 2022 07:00 Asia/Tehran
  • 3 kes ji ber teqîna bombeyê li bakûrê Bexdaya Iraqê birîndar bûn

Ji ber teqîna bombeyekê li bakûrê Bexdaya paytexta Iraqê 3 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora roja Pêncşemiyê ya malpera Sumiriye Newsê, Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku ev bombe li bakûrê Bexdayê teqiyaye û di encamê da 3 kes birîndar bûne.

Vê çavkaniyê her wiha ragihand, Ev bombeya destçêkirî li nêzikî firoşgehekê li taxa El-Tarimiyeya bakûrê Bexdayê teqiyaye.

Hîn raporên pirtir derbarê vê teqînê nehatine weşandin û tu kes an komekê berpirsyariya wê negirtiye ustiyê xwe.