Dadgeha Federal a Iraqê doza hilweşandina Parlemana Iraqê red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i336350-dadgeha_federal_a_iraqê_doza_hilweşandina_parlemana_iraqê_red_kir
Dadgeha Federal a Iraqê giliya hilweşandina Parlemana Iraqê red kir û ragihand ku divê ew li gorî destûrê bê hilweşandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 08, 2022 05:09 Asia/Tehran
  • Dadgeha Federal a Iraqê doza hilweşandina Parlemana Iraqê red kir

Dadgeha Federal a Iraqê giliya hilweşandina Parlemana Iraqê red kir û ragihand ku divê ew li gorî destûrê bê hilweşandin.

Dadgeha Federal a Iraqê amaje bi wê yekê kir ku desthilatên Dadgeha Bilind a Federalî li gorî maddeya 93 ya destûrê û madeya 4 a qanûna Dadgeha Federalî sînordar in û hilweşandina Parlemanê tê de nîne.

Hilbijartinên Parlemana Iraqê di 10ê Cotmeha 2021an de hatin kirin, lê ji ber nakokiyên di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Tevgera Sedir de hikûmeta nû nehat avakirin.

Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir di 10ê Tebaxa 2022an de bang li Encûmena Bilind a Dadweriyê kir ku Parlemanê betal bike û ji parlamenter û alîgirên xwe daxwaz kir ku ji bo betalkirina Parlemanê giliyê li Dadgeha Bilind a Federal bikin.