Tebax 06, 2022 23:46 Asia/Tehran
  • Sedir dîsa tekeziyê li ser hilweşandina parlemanê kir

Serokê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir radigihîne, hilweşandina parlemanê, bûye daxwazeke cemawerî û siyasî û ti çareseriyên din li şûna wê tune ye.

Muqteda Sedir di hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Derbarê hilweşandina parlemanê, bersivên êrênî ji gelêrî û eşîrî û ji akademîsyen û saziyên civaka sivîl, gotarbêjên minbera Huseynî û ji hin serkirdeyên siyasî yên Kurd, Sunne û heta Şîeyan jî hatin.”

Sedir piştî van îdiayên xwe bang li hemû kesên ku pêşwazî li daxwaza wî ya hilweşandina parlemanê kirine, kir ku “ji bo rizgarkirina Iraqê ji diranên gendelî û girêdayîbûnê û sererastkirina pêvajoya siyasî ya ku zirarê dide gel û welat, helwestek cidî nîşan bidin.”

Serokê Tevgera Sedirê ku heya niha gotûbêja bi aliyên din re red kiriye got: “Divê em ji diyalogên lawaz dûr bikevin, ji ber ku pêwîstiya Iraqê bi kiryaran heye, ne bi gotinan.”

Sedir herwiha got: “Bila her kes bizane ku şoreşger heta daxwazên xwe bi cih tînin, dê berdewam bin û ew dest ji daxwazên xwe bernadin. Ev derfeta wan a tekane û dawî ye.”

Her wiha Sedir bang li alîgirên xwe jî kir: “Hevalên hêja, heta ku daxwaz tên bicihanîn, berdewam bin.”

Çarçoveya Hevehangiyê roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, lê belê alîgirên Tevgera Sedir jî li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û derbasî nava avahiya parlemana Iraqê bûn.

Piştre jî Serokê Encûmena Nûneran (parleman) Muhemed Helbûsî ragirtina rûniştinên parlemanê ji ber xwepêşandanan ragihand.

Serepeyv