Hezîran 30, 2022 15:58 Asia/Tehran
  • Serokê Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê: Ez nabim namzetê serokwezîriyê

Serokê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê li hember weşandina hin nûçeyên derbarê îhtîmala namzediya wî ji bo posta serokwezîrtiyê, tekez kir ku ew ji bo vê postê namzed nabe.

Li gorî rapora Şefeq News`ê, “Falih El-Feyaz” serokê rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê roja pêncşemê got: Ez ne berbijarê serokwezîriyê me û di sektoreke din de kar dikim.

El-Feyaz her wiha bal kişand ser pêwîstiya hilbijartina serokwezîrekî jêhatî û serketî tevî hemû şert û mercên ku di serkeftina wî de ne û got: Ez her kesê ku ewlekarî û şerefa xelkê bike mijara gotûbêja siyasî sûçkar dizanim.

Di vê navberê de hin kes hîn jî serokwezîr Mistefa Kazimî wekî yek ji namzetên serokwezîrtiyê dihesibînin, lê belê El-Ettar Tansiqî li dijî vê yekê ye.

Serepeyv