Civînên ne-gelemperî li Iraqê ji bo cihanîna bernameya Emar Hekîm tên lidarxistin
Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê qala civînên ne-gelemperî bi beşdariya Tevgera Sedir ji bo çareserkirina qeyrana siytasî ya Iraqê li gorî pêşniyaza Emar Hekîêm kir.
Rehîm Ebûdî ji endamên Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê got: Hin lihevkirinên seretayî derbarê bernameya Emar Hekîm, rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê hene û hin gotûbêj di çarçova vê bernameyê jî tên lidarxistin.
Vî endamê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê bi gotina vêya ku civînên ne-gelemperî ji bo parastina rewşa tevahiyua komên siyasî yên Iraqê tên lidarxistin, got: Dema ku lihevkirin bibin sebeba mekanîzmeke rasteqîn, em ê civînên girîng ên komên siyasî bi beşdariya fraksiyona Muqteda Sedir li dar xînin û eger Tevgera Sedir beşdar nebe, dê gotûbêjek di asta bilind da ji bo derketina ji asêgeha siyasî tunebe.
Di vî halî da Aram Cebarî ji endamên YNKyê îdia kir ku PDKyê bi rêbertiya Mesûd Barzanî di berdêla derbasbûna nav hevpeymaniya sêalî, hin destkeft û puen wergirtine.
Wî got: PDK girîngiyê nade berjewendiyên iraqiyan û sozdara hevpeymaniyan nîne.
Tariq Cewher endamekî din ên YNKyê jî got:Li gorî dewama asêbûna siyasî û nebûna têkiliya hêzên sereke yên pêvajoya siyasî bi taybet aliyê şîe û boykotkirina van têkiliyan ji aliyê Muqteda Sedir va, dibe ku dewama vê rewşê tevî plana çarçova Hevahengiyê, hêzên siyasî yên Iraqê neçar bike ku ji bo rêkarekê bo damezirandina dewleta nû ya Iraqê li hev bikin.
Hevdem di gel dewama asêbûna siyasî li Iraqê, mayîna Kazimî senaryoya gengaz ji bo derketina vî welatî ji rewşa niha tê zanîn.
Hevdem gotegotên hilweşandina parlimana Iraqê tên bihîsstin.
Meş'an Cebûrî nûnerê parlimana Iraqê û ji rayedarên payebilind ên hevpeymaniya Siyadeyê di twîterê da nivîsî: Haya me jê heye ku di rewşa dengê parlimanê ji bo hilweşiyanê û bangewaziya ji boi hilbijartina nû, dê çi barekî mezin bikeve ser milê Komîsaryaya Hilbijartinê û tevahiuya welêt.