Nîsan 05, 2022 23:07 Asia/Tehran
  • Terorkirina bê encam a sê parlementerên Iraqê

Jêderên ewlekarî yên Îraqî derbarê hewla terorê ya biserneketî ya sê parlementeran li bakurê Bexdayê agahî da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Bexda El-Yûm`ê, çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê roja sêşemiyê ragihand ku "Mihemed Fazil El-Dûlêmî", "Elî El-Saidî" û "Husam El-Saidî" li El-Raşidiyê  ya bakurê Bexdayê rastî hewldaneke terorê hatin, lê ji vê bûyerê sax filitîn.

Çavkaniya ewlehiyê tekez kir, ew parlamenterên ser bi Heşda Şeibî ve li Iraqê, ji bo şikayetê çûne navenda polîsê navçeya El-Raşidiyê.

Derbarê nûçeyê de agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.

Serepeyv