Adar 31, 2022 14:45 Asia/Tehran
  • Sedir: Bi ti awayî rêkeftinê ligel Çarçoveya Hemahengiya Partiyên Şîe re nakim

Serokê hevpeymaniya Sedir ya Iraqê piştî bêencambûna hilbijartina dubare ya Serokomarê vî welatî ji aliyê parlamentoyê ve tekez kir ku ew bi ti awayî rêkeftinê ligel Çarçoveya Hemahengiya Partiyên Şîe re nake.

Biryar bû roja şemiyê borî endamên parlemana Iraqê serokomarekî nû ji vî welatî re destnîşan bikin, da ku piştî wê rê ji bo serokwezîr nû û pêkanîna hikûmeta nû serast bibe, lê ji ber beşdar nebûna parlemanteran qasî asta pêdivî ji bo hilbijartina serokomarê nû, hilbijartina serokomar kete roja Çarşemê, lê dîsa asta pêdivî ya beşdarbûna parlemanteran pêk nehat.

Piştç vê yekê rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir duh di twîtekê de ragihand, “Bi ti awayekî ez rêkeftinê li gel we (Çarçoveya Hevahengiyê û aliyên Şîe) nakim”.

Rêberê Tevgera Sedrî Muqteda Sedr îdia kir ku “Ti xêrek di hikûmeteke lihevhatî ya bi pişk de nîne” û diyar kir ku ew gelê Iraqê venagerîne trajediya berê.

Di rûniştina duh ya Parlamentoya Iraqê de ji 329 parlamenteran tenê 145 parlamenter amade bûn, ji bo ku parlamento bigihêje rêjeya yasayî pêwîstî bi 220 parlamenteran heye.

Zêdetirî 140 endamên Desteya Hemahengiya Şîe, Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Hevpeymaniya Ezm, Nifşê Nû (El-Ceyl El-Cedîd) û hinek nûnerên serbixwe civîna Çarşemê ya Parlamentoya Iraqê bo hilbijartina serokomar boykot kirin.

Ji hilbijartinên parlemanî yên Cotmeha sala borî de Iraq rûbirûyê qeyraneke siyasî bûye ji ber ku hêzên siyasî nekarîn li ser pêkanîna hikûmetê li hev bikin.

Serepeyv