Adar 28, 2022 11:18 Asia/Tehran
  • Neraziyan agir berdan ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ya Bexdayê

Piştî twîta bigengeşe û bêrêzane ya kadroyekî nasyar ê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li dijî merceyiyeta bilind a şîeyan li Iraqê, ofîsa vê partiyê li Bexdayê ji aliyê neraziyan va hat şewitandin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, derbasbûna neraziyan û agirberdana bi ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) piştî twîta Nayîf Kurdistanî ji kadroyên naskirî yên vê partiyê pêk hat ku nerazî bawer in tê da bêrêzî li merceyiyetê hatiye kirin.

Kesên nerazî derbasî nav Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Bexdayê bûn û wan agir pê xist.

Di vî warî da Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku vê partiyê têkiliyeke xwe di gel Mayîf Kurdistanî tuneye û ev di halekî da ye ku ew berendamê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) di hilbijartina sala 2018an a Parlimana Iraqê li Neynewayê bûye.

Ev îdiaya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) di halekî da ye ku dîmenên Nayîd Kurdistanî li kêleka Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Rêber Ehmed û rayedarên din ên vê partiyê hatine weşandin.

Bi zêdebûna nerazîtiyan, Nayîf Kurdistanî twîteke din weşand û tê da nivîsî: "Twîta min derbarê merceyiyeta erebî, piştevaniya siyasî ji cenabê seyid Muqteda Sedir û Hevpeymaniya Rizgariya Neteweyî ye û ne wek kêmkirina asta merceyekî taybet, nemaze merceyiyeta Necefê ku cenabê Seyid Sîstanî nûnerê wê ye, hin partî di nava pêvajoya siyasî da hene ku palpiştiya wan bi merceyiyeta siyasî ya derveyî ye.

 

Piştî berêxwedana hin komên siyasî yên şîeyan bi Ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û weşandina hin daxuyaniyan li nav kanalan ji bo nerazîtîya li hemberî vê bêrêziyê, di peyama xwe ya çarem da daxwaza lêborînê kir û tevî vê yekê di twîta xwe ya herî dawî ragihand ku rûpela twittera wî hatibûye hekkirin.

 

Ji aliyê din va, Wezareta navxweyî ya Herêma Kurdistanê biryara girtina Nayîf Kurdistanî da.

Hêjayî gotinê ye ku merceyiyeta şîe ya Iraqê hertim roleke girîng di aramî û ewlehiya neteweyî ya Iraqê hebûye û di nava hemî komên iraqî bi taybet kurdan da xwedan rêz û cîgeheke taybet e.

 

Serepeyv