Adar 16, 2022 12:51 Asia/Tehran
  • Cebbar El Memûrî: Baregeha Mossadê li Hewlêrê bû cihê terorkirina zanyarên navokî yên Îranê

Serokê Yekitiya Alimên Misilman li parêzgeha Diyala ya Iraqê got: Baregeha Mossadê li Hewlêrê cihê komkirin û xebitandina terorîstan bû ku fermandarên Heşda Şeibî û zanyarên navokî yên Îranê dikin armanc.

Çavkaniyên medyayî yên Îraqî sibeha roja Yekşemê ragihandin ku dengê teqînên hovane li Hewlêrê hatine bihîstin û du navendên pêşkeftî yên rahênanê yên Mossadê yên Îsraîlê li Hewlêrê li bakurê Iraqê rastî lêketina mûşekên balistîk hatine.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, "Cebbar El Me'mûrî" Serokê Yekitiya Zanayên Misilman li parêzgeha Diyale ya Iraqê ragihand ku hebûna baregeha Mossadê li Hewlêr û navçeyên din ên Iraqê bûne sedema fukaran ji xelkê Iraqê re û di dewamê de got: Her roj rastiyên girîng û metirsîdar ên baregeha Mossad a li Hewlêrê derdikevin holê.

El-Memûrî da zanîn ku divê raya giştî derbarê baregeha Mossadê ya li Hewlêrê de were ronîkirin û di derbarê mijarê de demildest lêpirsîn bê destpêkirin; Ji ber ku destûra Iraqê li dijî her hebûna siyonîstan li ser axa Iraqê ye.

Serepeyv