Nûnera NY li Iraqê derbarê asêbûna siyasî li Iraqê hişyarî da
Sibat 25, 2022 19:00 Asia/Tehran
Nûnera NY li Iraqê derbarê xeterên dewama asêbûna siyasî li vî welatî hişyarî da.
Li gorî rapora roja Înê ya Baghdad Al-Yawmê, Cênîn Henîs Plasxart (Jeanine Hennis-Plasschaert), Nûnera NY li Iraqê got: Li gorî qanûna bingehîn, piştî hilbijartina serokomarê, wê 15 rojan derfet heye ku berendamê fraksiyona pirranî ya parlimanî ji bo damezirandina kabîneya dewletê tayîn bike û ji Parlimanê ra bide nasandin.
Nûnera NY li Iraqê got: Gelek ji iraqiyan tûşî şik û gumanê bûne ku gelo berjewendiyên neteweyî bi rastî mijara nîgeraniya sereke ya gotûbêjên heyî ye an ku her yek ji partiyên siyasî li dû bidestxistina çavkanî û desthilatê ne.
Serepeyv