Nûnera NY li Iraqê derbarê asêbûna siyasî li Iraqê hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i332195-nûnera_ny_li_iraqê_derbarê_asêbûna_siyasî_li_iraqê_hişyarî_da
Nûnera NY li Iraqê derbarê xeterên dewama asêbûna siyasî li vî welatî hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2022 19:00 Asia/Tehran
  • Nûnera NY li Iraqê derbarê asêbûna siyasî li Iraqê hişyarî da

Nûnera NY li Iraqê derbarê xeterên dewama asêbûna siyasî li vî welatî hişyarî da.

Li gorî rapora roja Înê ya Baghdad Al-Yawmê, Cênîn Henîs Plasxart (Jeanine Hennis-Plasschaert), Nûnera NY li Iraqê got: Li gorî qanûna bingehîn, piştî hilbijartina serokomarê, wê 15 rojan derfet heye ku berendamê fraksiyona pirranî ya parlimanî  ji bo damezirandina kabîneya dewletê tayîn bike û ji Parlimanê ra bide nasandin.

Nûnera NY li Iraqê got: Gelek ji iraqiyan tûşî şik û gumanê bûne ku gelo berjewendiyên neteweyî bi rastî mijara nîgeraniya sereke ya gotûbêjên heyî ye an ku her yek ji partiyên siyasî li dû bidestxistina çavkanî û desthilatê ne.