​​​​​​​Li Iraqê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke berfireh dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331622-li_iraqê_li_dijî_daiŞ'ê_operasyoneke_berfireh_dest_pê_kir
Fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşdî Şabî Talib El-Mûsewî ragihand ku duh li dijî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê operasyoneke berfireh dane destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2022 07:33 Asia/Tehran
  •  ​​​​​​​Li Iraqê li dijî DAIŞ'ê operasyoneke berfireh dest pê kir

Fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşdî Şabî Talib El-Mûsewî ragihand ku duh li dijî terorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

Li gorî tora El-Sûmeriye, fermandarê Operasyonên Diyalayê yê Heşda Şebî Talib El-Mûsewî di daxuyaniyekê de got lîwayên Heşda Şebî operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên li Hewza El-Azîm dane destpêkirin.

Talib El-Mûsewî destnîşan kir ku ev operasyon li dijî şaneyên DAIŞ'ê yên ku li Hewza El-Azîm êrişî artêşa Iraqê kiribûb, pêk tê. 

El-Mûsewî diyar kir ku armanca wan ji operasyonan ew e ku terorîstên DAIŞ`ê li Hewza El-Azîm, El-Numan û heta başûrê Dîcleyê dorpêç bikin.