Li parêzgeha Diyalê ya Iraqê, veşartgehên DAIŞê hatin dîtin û wêrankirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i331536-li_parêzgeha_diyalê_ya_iraqê_veşartgehên_daiŞê_hatin_dîtin_û_wêrankirin
Jêderên ewlekarî yên Îraqî behsa hilweşandina veşargehên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Diyalêe kirin ku tê de teqemenî, roket û mûşek hebûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2022 11:55 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Diyalê ya Iraqê, veşartgehên DAIŞê hatin dîtin û wêrankirin

Jêderên ewlekarî yên Îraqî behsa hilweşandina veşargehên terorîstên DAIŞê li parêzgeha Diyalêe kirin ku tê de teqemenî, roket û mûşek hebûn.

Li gorî rapora Tora Sûmeriye Newsê, hêzên ewlehiyê li Fermandetiya Operasyonan a Diyalayê li gorî zanyariyên rast ên istixbaratî û di çarçoveya operasyona ku roja çarşemiyê dest pê kiribû, karîbûn sê veşartgehên bermahiyên terorîstên DAIŞê bibînin û îmha bikin.

Hejmarek bombe û paketên teqandinê, hawan, 9 rokêt û hin teqemenî û pelta teqemeniyê û kemberên teqemenî di veşartgehan de hatin dîtin.

Çavkaniyên ewlehiyê amaje bi vê yekê jî kirin ku veşargeh ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine wêrankirin û malzemeyên ku hatine dîtin jî hatine desteserkirin.

Di heman demê de, Heşda Şeibî ya Iraqê roja Çarşemê dest bi operasyona dijî terorîstan li Nînewayê kir û ragihand ku Fermandetiya Operasyonên Neynewayê li gel lîwaya 44 a Heşda Şebî û artêşa Iraqê li Ninawayê dest bi operasyoneke ewlehiyê li dijî terorîstan kirine.