Çile 13, 2022 23:17 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi roketan li ser balyozxana Amerîka ya li Bexdayê

Karbidestên ewlekarî yên Îraqî ragihandin ku êrîşa bi rokêtan li ser balyozxana Amerîka li devera Kesk a Bexdayê pêk hatiye.

Li gor rapora kanala telegramê ya Saberin News`ê, roja pêncşemiyê sêşemiyê baregeha sêyem a balyozxana Amerîkayê li Bexdayê (paytexta Iraqê) rastî êrişa hêzên nenas bi du mûşekan hat.

Di encama teqînan de hemû deriyên balyozxana Amerîkayê hatin girtin.

Her wiha dîmenên vê êrîşê jî hatin belavkirin ku nîşan dide sîstema berevaniya Siram a artêşa Amerîkayê bi berdewamî li hember mûşekên ku hatine avêtin, radiweste.

Herwiha asta ziyanên mirovî û jîngehê yên li balyozxana Amerîkayê ne diyar e.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha ti grûpeke berxwedanê ya Iraqê berpirsyariya wê êrîşê negirtiye ser xwe.

Serepeyv