Karwanê piştevaniya hevpeymaniya Amerîkî li başûrê Iraqê bû armanca êrişê
Çavkaniyên nûçeyan şeva Sêşemê derbarê êrişa ser karwanekî piştevaniya hevpeymaniya Amerîkayê li başûrê Iraqê xeber da.
Li gorî rapora IRNA`yê; Karwanekî ku kelûpelên piştevaniya hevpeymaniya Amerîkî li parêzgeha Dîwaniyeyê hilgirtibû, bû armanca teqînekê.
Li gorî vê raporê, ev sêyemîn êriş di roja sêşemiyê de bû ku ser karwanê piştevaniya hêzên hevpeymaniya Amerîkî pêk hat û her du karwanên din jî berî niha li parêzgehên Bexda û Musenê hatibûn armanckirin.
Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî îro sêşemê ragihandin ku bombeyek ku ji bo hedefgirtina karwanên ewlehiyê yên parêzgeha Babilê hatibû danîn, hat pûçkirin.
Êrîşên li ser karwanên lojestîk û li ser berjewendî û hêzên Amerîkayê li Iraqê di sal û nîvekê de zêde bûne û hin grûp karîn baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Eyn el-Esed (El-Enbar), El-Herîr (Hewlêr) û Victoria nêzîkî balafirgeha Bexdayê bikin armanc.