Çile 08, 2022 23:09 Asia/Tehran
  • Sedir: Zextên derve nikarin bibin sedem ku em dev ji avakirina hikûmeteke niştimanî berdin

Serokê Fraksiyona Sedir li Iraqê got ku zext û fişarên derve nikarin rê li ber pêkanîna hikûmeta piranî ya niştimanî bigirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Muqteda Sedir, serokê koma Sedir li Iraqê, roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî: Îradeya neteweya azad di ser hemû zextên welatên rojava û rojhilat de ye û ti fişareke derve nikare rê li ber avakirina hikûmeteke pirraniya niştimanî bigire, lê ev gef dê biryar, pêşketin û îradeya Bexdayê ber bi dewleteke rasteqîne, azad û dadperwer û ber bi femokrasiyeke resen a iraqî ve bihêztir bike.

Muqteda Sedir herî dawî gotibû ku ewê li Iraqê "hikûmeta piraniya niştimanî" ava bikin, lê li dijî avakirina "Hikûmeta lihevkirinê" ya pêşniyarkirî ji aliyê Komîteya Hevahengiya hêzên siyasî yên şîe yên welêt derketibû.

Lijneya hemahengiya şîeyên Iraqê ango “Meclisa Şîe” ji hemû hêz û tevgerên siyasî yên şîe yên vî welatî pêk tê, ku di nav wan de Dewleta Qanûnê, Fetih û Tevgera Hikmeta Neteweyî cih digirin.

Serepeyv