Çile 07, 2022 19:23 Asia/Tehran
  • Mistefa Kazimî bi Muqteda Sedir re dicive

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî bi Serokê Fraksiyona Sedir Muqteda Sedir re civiya.

Li gorî nûçeya El-Musselah, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku duh êvarê çûbû Necef Eşrefê, li mala Muqteda Sedir a li taxa Henaneyê pê re hevdîtin pêk anî.

Kazimî bi Muqteda Sedir re civiya û rewşa xizmetguzariyê li parêzgeha Necefê Eşrefê û bajar û parêzgehên din ên Iraqê hilkolandin.

Kazimî ji rojnamevanan re got ku serdana wî ya Necefê tenê serdanek îdarî ye û da zanîn ku ti encamên wê yên siyasî nînin.

Çavkaniyeke Iraqî ya agahdar jî di vê barê de ragihand ku Mistefa Kazimî di serdana xwe de parêzgarê nû ji bo Necefê destnîşan nekiriye. Ji ber girîngiya taybet a civakî, olî û navdewletî ya Necef Eşref, Kazimî dê bi xwe çavdêriya karûbarên vê parêzgehê bike .

Fraksiyona Sedir ku di hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê de herî zêde kursiyên parlemanê bi dest xistine, divê bi komên din ên siyasî yên ku di hilbijartinan de bi ser ketine re, ji bo avakirina hikûmetê, koalîsyonê ava bike.

Serepeyv