Tevî nerazîbûnên berfire, Dadgeha Bilind a Iraqê giliyên dijî encama helbijartinan red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330970-tevî_nerazîbûnên_berfire_dadgeha_bilind_a_iraqê_giliyên_dijî_encama_helbijartinan_red_kir
Tevî nerazîbûnên berfire li dijî encama hilbijartinan, Dadgeha Bilind a Federala Iraqê giliyên li dijî encamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran red kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 27, 2021 14:34 Asia/Tehran
  • Tevî nerazîbûnên berfire, Dadgeha Bilind a Iraqê giliyên dijî encama helbijartinan red kir

Tevî nerazîbûnên berfire li dijî encama hilbijartinan, Dadgeha Bilind a Federala Iraqê giliyên li dijî encamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran red kirin.

Dadgeha Bilind a Federala Iraqê îro 27/12/2021ê ji bo gotûbêjkirina giliyên li dijî encamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran, civiya û tevahiya giliyan red kirin.

Dadgeha Bilind a Federal ragihand, aliyên nerazî dikarin di heyama 3 rojan de giliyên xwe li dijî vê biryarê tomar bikin.

Ji vê sibê ve hejmareke mezin ji neraziyên li dijî encama hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran a Iraqê li pêş avahiya Dadgeha Federal kom bûn û hewl dan derbasî nava dadgehê bibin.

Di wê çarçoveyê de û ji bo parastina Dadgeha Bilind a Federalî, hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê li derdora Dadgeha federal û devera Kesk a Bexdayê hatin bicihkirin.