Tevî nerazîbûnên berfire, Dadgeha Bilind a Iraqê giliyên dijî encama helbijartinan red kir
Tevî nerazîbûnên berfire li dijî encama hilbijartinan, Dadgeha Bilind a Federala Iraqê giliyên li dijî encamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran red kirin.
Dadgeha Bilind a Federala Iraqê îro 27/12/2021ê ji bo gotûbêjkirina giliyên li dijî encamên hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran, civiya û tevahiya giliyan red kirin.
Dadgeha Bilind a Federal ragihand, aliyên nerazî dikarin di heyama 3 rojan de giliyên xwe li dijî vê biryarê tomar bikin.
Ji vê sibê ve hejmareke mezin ji neraziyên li dijî encama hilbijartina pêşwext a Encûmena Nûneran a Iraqê li pêş avahiya Dadgeha Federal kom bûn û hewl dan derbasî nava dadgehê bibin.
Di wê çarçoveyê de û ji bo parastina Dadgeha Bilind a Federalî, hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê li derdora Dadgeha federal û devera Kesk a Bexdayê hatin bicihkirin.