Dadgeha Federal a Iraqê biryara encamên hilbijartinan dide
Dadgeha federal a Iraqê dê biryarê li ser doz û gilîkirina serokê hevpeymaniya El Fetih li dijî encamên hilbijartinên parlemanî yên meha Cotmehê bide.
Li gorî rapora Şefeq News`ê, îro Duşemê biryara dadgeha federal a Iraqê li ser şikayeta Hadî El-Amirî, serokê Hevpeymaniya Fetih a Iraqê li dijî encamên hilbijartinên parlemanî yên Cotmeha 2021`an tê ragihandin.
Bi vê mebestê, ji roja Yekşemê ve, hêzên “Yekîneya Taybet” tedbîrên tund ên ewlehiyê li devera Kesk li Bexdayê, paytexta Iraqê, girtine.
Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên parlamenta Iraqê, Fraksiyona Sedir a girêdayî Muqteda Sedir bi 73 kursiyan di rêza yekem de, hevpeymaniya Teqedum (Pêşverû) ku mezintirîn hevpeymaniya sunnî ye bi 37 kursiyan di rêza duyem de. Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malikî bi 33 kursiyan di rêza sêyemîn de cih girtine.
Piştî ragihandina encaman, Hadî El-Amirî li dijî wê yekê derket û li Dadgeha Federalî ya Iraqê doz vekir.