Di êrîşa DAIŞê de li parêzgeha Diyaleyê 3 serbazên Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330742-di_êrîşa_daiŞê_de_li_parêzgeha_diyaleyê_3_serbazên_iraqê_hatin_kuştin
Şeva borî terorîstên DAIŞê li navçeya Xaneqînê ya Diyaleyê êrîşî lîwaya 53 a fîrqeya artêşa Iraqê kiriye û di encamê de 3 serbaz hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne. 
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2021 11:28 Asia/Tehran
  • Di êrîşa DAIŞê de li parêzgeha Diyaleyê 3 serbazên Iraqê hatin kuştin

Şeva borî terorîstên DAIŞê li navçeya Xaneqînê ya Diyaleyê êrîşî lîwaya 53 a fîrqeya artêşa Iraqê kiriye û di encamê de 3 serbaz hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne. 

Berdevkê Polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed ji BasNewsê re axiviye û aşkere kiriye, li herêma Narîn a ser bi nahya Qeretepe ya ser bi qezaya Xaneqînê, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzeke lîwaya 52 a lîwaya firqeya artêşa Iraqê kiriye.

Herwuha Nîhad Mihemed aşkere jî kir 3 serbaz hatine kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûne û navên birîndaran jî wiha ne; Seîdi Miwefeq, Hesen Xanim.