Artêşa Iraqê 3 endamên tekfîrî yên DAIŞê girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330452-artêşa_iraqê_3_endamên_tekfîrî_yên_daiŞê_girtin
Zincîre operasyonên dijî terorê yên hêzên artêşa Iraqê li navçeyên curbicur ên wî welatî berdewam dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2021 17:27 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê 3 endamên tekfîrî yên DAIŞê girtin

Zincîre operasyonên dijî terorê yên hêzên artêşa Iraqê li navçeyên curbicur ên wî welatî berdewam dikin.

Li gorî rapora Bexdad El-Yewm`ê, hêzên artêşa Iraqê roja Îniyê çeperên têrorîstên tekfîrî hilweşandin û di encama vê êrişê de 3 endamên tekfîrî yên DAIŞê hatin girtin.

Di heman demê de, hêzên ewlekariya Iraqê vê dawiyê di operasyoneke berfireh de li parêzgeha Selahedîn hejmareke zêde ya çekên terorîstên DAIŞê dîtin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî pêşhatên ewlekarî yên li Îraqê, vê dawîyê hijmareke endamên terorîstên DAIŞê hewil dan ku derbasî deverên parêzgeha Diyaleyê bibin, lê destêwerdana di dema xwe ya hêzên berxwedanê yên "Heşî Şebî" de nehişt ku terorîst bigehin armanca xwe.