Girtina 4 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330373-girtina_4_terorîstên_daiŞê_li_parêzgeha_enbarê_ya_rojavayê_iraqê
Hêzên artêşa Iraqê çar endamên tekfîrî yên koma terorîst a DAIŞê di operasyoneke berfireh li parêzgeha El-Enbarê nas kirin û girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2021 18:34 Asia/Tehran
  • Girtina 4 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê

Hêzên artêşa Iraqê çar endamên tekfîrî yên koma terorîst a DAIŞê di operasyoneke berfireh li parêzgeha El-Enbarê nas kirin û girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Bexdad El-Yewm`ê, hêzên artêşa Iraqê li dewama operasiyona xwe îro Sêşemê pêgehên terorîstên tekfîrî ji nav birin û 4 endamên tekfîrî yên DAIŞê hatin naskirin û girtin.

Di heman demê de, hêzên ewlekarî yên Îraqî vê dawîyê jimareke mezin ji roketên tekfîrîyên DAIŞê di encama operasyoneke berfereh de li parêzgeha Selahedîn dîtin.

Di çarçêva guhertin û geşedanên ewlekarî yên li Îraqê de, çendîn terorîstên DAIŞê vê dawîyê hewl dan ku derbasî deverên parêzgeha Diyaleyê bibin, lê xebata ser wextê yên hêzên berxwedanê yên “Heşdî Şebî” rê li ber armanca wan a terorîstî girt û gelek ji wan kuştin û birîndar kirin.