Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên dawiyê yên hilbijartinên vî welatî ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330372-komisyona_hilbijartinan_a_iraqê_encamên_dawiyê_yên_hilbijartinên_vî_welatî_ragihandin
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên dawiyê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ragihandin û navên tevahiya kandîdên serkeftî belav kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2021 18:19 Asia/Tehran
  • Komisyona Hilbijartinan a Iraqê encamên dawiyê yên hilbijartinên vî welatî ragihandin

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên dawiyê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ragihandin û navên tevahiya kandîdên serkeftî belav kirin.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, di hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê de, 9 milyon û 629 hezar û 601 kes dengdar bûn û rêjeya beşdariya gihîşt %44.

Vê Komisyonê herwiha diyar kir ku dengên rast 8 milyon û 871 hezar û 612 deng bûn ku rêjeya wê %92 bû û 721 hezar û 979 deng pûçkirî bûn ku rêjeya wê %8 bû.

Li gor endamekî Komisyona Hilbijartinan, li seranserî Iraqê, piştî lêkolînkirina di giliyan de, guhartin tênê di 5 kursiyan de çêbûye, ew jî li Bexda, Hewlêr, Kerkûk, Neynewa û Besrayê ne.