Hejmartina destî ya dengên 108 sindoqên dengî li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i330049-hejmartina_destî_ya_dengên_108_sindoqên_dengî_li_bexdayê
Komîsaryaya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê qala vehejmartina destî ya dengên 108 bazineyên dengwergirtinê li Bexdayê li ser destûra taxima dadweriya vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2021 09:16 Asia/Tehran
  • Hejmartina destî ya dengên 108 sindoqên dengî li Bexdayê

Komîsaryaya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê qala vehejmartina destî ya dengên 108 bazineyên dengwergirtinê li Bexdayê li ser destûra taxima dadweriya vî welatî kir.

Li gorî rapora ajansa fermî ya Iraqê, Imad Cemîl, Endamê kadroya ragihandinê ya Komîsaryaya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê roja Duşemiyê ragihand: Pêvajoya vehejmartina destî ya dengan di bin çavddêriya navneteweyî da û bi beşdariya heşt çavdêrên navneteweyî yên dabeşkirî li ser du komên çar kesî dê pêk were.

Cemîl got: Di salûna terxankirî ji bo vehejmartina dengan da, heft rêxistin ji civata sivîl a pispor di çavdêriya li ser hilbijartinê da û zêde ji 21 çavdêr û nûnerên komên siyasî û berendamên hilbijartinê jî dê beşdar bibin.