Fuad Husên û Macron pêşhateyên Iraqê gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329784-fuad_husên_û_macron_pêşhateyên_iraqê_gotûbêj_kirin
Wezîrê derve yê Iraqê û serokomarê Fransayê gotûbêj derbarê pêşketinên Iraq û navçeyê de kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2021 14:36 Asia/Tehran
  • Fuad Husên û Macron pêşhateyên Iraqê gotûbêj kirin

Wezîrê derve yê Iraqê û serokomarê Fransayê gotûbêj derbarê pêşketinên Iraq û navçeyê de kirin.

Îro 02.11.2021ê wezareta derve ya Iraqê bi beyanamekê ragehand: Wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên beşdarî li konferansa 26 aliyên rêkeftina Netewên Yekbûyê ya taybet derbarê keşûhewayê û jîngeyê ya li bajarê Glaskow a Skotlandayê bûye.

Di konferansê de wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron civiyane û gotûbêj derbarê pêşhateyên Rojhilata Navîn, peyvendiyên Bexda û Parîsê, helbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê û avadan kirina Mûsilê kirine.