Cotmeh 24, 2021 11:50 Asia/Tehran
  •  Li dijî encamên hilbijartinên Iraqê li Bexdayê xwepêşandan dewam dikin

Duh êvarê li Devera Kesk a li navarasta Bexdayê neraziyên derheq encamên hilbijartinan xwepêşandan li dar xistin.

Alîgirên komên nerazî yên derheq encamên hilbijartinên parlamanta Iraqê li herêma Kes a li navarasta Bexdayê ji hefteya borî ve xwepêşandanê dikin. Duh êvarê jî li dijî redkirina daxwazên wan ji aliyê Komîseriya Hilbijartinan ve, alîgirên komên nerazî hewl dan bi zorê bikevin herêma Kesk.

Lê belê hêzên ewlehiyê hewldana wan têk bir. Ev yek piştî gefên serdegirtina herêmê ku Esaib Ehil El-Heq xwaribû, pêk hat. Esaib Ehil El-Heq encamên hilbijartinên parlamantê yên di 10`ê Cotmehê de pêk hatibûn û tê de hevbendiya El-Fetih bi dehan kursiyên parlamantê ji dest dabû, bi “sexte” bi nav dikin.

Serepeyv