Li Bexdayê bi sedan kes li dijî encamên hilbijartinan li qadan bûn
Bi sedan xwepêşander duh li dijî encamên hilbijartinê kombûn û berê xwe dan Herêma Kesk a Bexdayê. Hat gotin hêzek zêde ya ewlehiyê jî dor li herêmê girtiye.
li Bexda ragihand hejmarek zêde ya xwepêşanderan li dijî encama hilbijartina parlementoya Iraqê berê xwe dan Herêma Kesk a Bexdayê. Her wiha hêzek zêde ya ewlehiyê jî li dora herêmê hatiye belavkirin
Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê di 10’ê Cotmehê de hilbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê pêk hatin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê 16 Cotmeh; encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê eşkere kirin. Li gorî encamê Tevgera Sadir bi 73 kursiyên parlamentê yekemîn e. Rêjeya tevlîbûnê ji sedê 41 bû.
Piraniya aliyên şîyî li dijî vê encamê nerazîbûn nîşan dan û wê red dikin.