Sedir encamên helbijartinê di cîh de dibîne
Cotmeh 17, 2021 12:17 Asia/Tehran
Rêberê Tevgera Sedir encamên helbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê di cîh de dibîne.
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: Em dê hewla pêkanîna hevpeymaniya niştimaniya ne tayfeyî û bê cudakariya nijad, ji bo parastina asayîş û şikoya Iraqê kar bikin.
Muqteda Sedir got, Encamên helbijartinê em dipejirînin û herçawa be û daxwaz ji hemû pêkhateyên Iraqê kir hemahengbin ji bo çaksazî û nehiştina gendelî, derxistina hêzên biyanî, rizgarkirina Iraqê ji terorê û dûvikbûna welatan.
Derengê şeva borî 16.10.2021ê komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinên Iraqê encamên dawî yên helbijartina pêşwext a Parlamenta Iraqê belav kir û derket ku Tevgera Sedir bidestxistina 73 kursiyan ve bû yekemê helbijartinê.