Cotmeh 14, 2021 18:37 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir hikûmeta nû ya Iraqê divê ne ser bi rojhilat û ne jî ser bi rojava bibe

Rêberê Tevgera Sedir ragehand, hikûmeta nû ya Iraqê ku di pêşerojê de tê avakirin divê ku ne ser bi rojhilat û ne jî ser bi rojava ve bibe.

Muqteda Sedir li ser tora xwe ya civakî ya twitterê nivîsî, hikûmeta bê ya Iraqê dê ne ser bi rojhilat û ne jî ser bi rojava bibe û dê hêza Iraqê vegerîne.

Sedir her wiha tekez kir ku Iraqa pêşerojê li ber dagirkerî û terorîsmmê disekine û ti caran kolma xwe li ser serê iraqiyan ra nake. 

Muqteda Sedir herwiha dijayetiya xwe ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Rejîma Îsraîlê re dubare kir.

Rêberê Tevgera Sedirê ji gişt alî, kom û kesayetiyan xwest  ser hemdê xwe bibin û  xwe rabigirin û berjewendiyên giştî li ber çavên xwe bigirin,

Li gor encamên hilbijartinên Iraqê, bloka Tevgera Sedirê kursiyên herî zêde yên Encûmena Nûneran a Iraqê bi dest xistine.

Serepeyv