Encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê li 10 parêzgehan hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329364-encamên_hilbijartina_parlimanî_ya_iraqê_li_10_parêzgehan_hat_ragihandin
Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên seretayî yên Hilbijartina Parlimanî ya vî elatî li 10 parêzgehan ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2021 15:11 Asia/Tehran
  • Encamên Hilbijartina Parlimanî ya Iraqê li 10 parêzgehan hat ragihandin

Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê encamên seretayî yên Hilbijartina Parlimanî ya vî elatî li 10 parêzgehan ragihand.

Li gorî rapora ajansa Wayê, Celîl Ednan, Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê îro nîvro di civîneke çapemeniyê da got: Encamên hilbijartina roja borî li 10 parêzgehên Diyalî, Dîwaniye, El-Musena, Mîsan, WQasit, Dihok, Selahedîn, Kerbela, Necef û Hewlêrê hatiye ragihandin.

Di daxuyaniya fermî ya Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê da hejmara dengên wergirtî 9 miliyon û 77 hezar û 779 deng yanî bi qasî sedî 41 ji xwedîmercên dengdayînê hatiye ragihandin.