Berhem Salih: Bidawîhatina hilbijartinê destpêkek jibo meşa ber bi reforman e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329361-berhem_salih_bidawîhatina_hilbijartinê_destpêkek_jibo_meşa_ber_bi_reforman_e
Serokomarê Iraqê bidawîhatina hilbijartina parlimanî destpêkek jibo meşa ber bi reformên ku gelê vî welatî dixwaze da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 11, 2021 11:16 Asia/Tehran
  • Berhem Salih: Bidawîhatina hilbijartinê destpêkek jibo meşa ber bi reforman e

Serokomarê Iraqê bidawîhatina hilbijartina parlimanî destpêkek jibo meşa ber bi reformên ku gelê vî welatî dixwaze da zanîn.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Baghdad Al-Yawmê, Berhem Salih serokomarê Iraqê piştî bidawîhatina hilbijartina parlimanî ya berwwext a vî welatî di peyameke twîterî da tevî sipasiya ji gel, dewlet, saziyên ewlehiyê, Komîsaryaya Bilind a Hilbijaartinê û Çavdêrên navneteweyî ji ber beşdarî û lidarxistina serketî ya Hilbijartinê, got: Ev rûdan daxwazeke gelanî û mafê gelekî bû ku bi riya wê reform jibo dabînkirina daxwazên gelê Iraqê dest pê dibe.

Beriya vêya Mistefa Kazimî serokwezîr û Muhemed Helbûsî Serokê Parlimana vî welatî jî di peyamên xwe sipasiya gelê Iraqê jin ber beşdariya di hilbijartinê kir.