Bêdengiya hilbijartinê li seranserî Iraqê dest pê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329312-bêdengiya_hilbijartinê_li_seranserî_iraqê_dest_pê_bû
Bêdengiya hilbijartinê li seranserî Iraqê dest pê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2021 07:47 Asia/Tehran
  • Bêdengiya hilbijartinê li seranserî Iraqê dest pê bû

Bêdengiya hilbijartinê li seranserî Iraqê dest pê bû.

Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê qala destpêbûna bêdengiya hilbijaartinê li seranserî vî welatî di rojeke mayî bi lidarxistina hilbijartina parlimanî ya berwext da kir.

Li gorî rapora Baghdad El-Yewmê, Komîsaryaya Bilind a Hilbijartina Iraqê roja Şemiyê bi dxuyaniyekê ragihand ku piştî dengwergirtina komên taybet di roja borî da û 24 saetan beriya destpêbûna pêvajoya dengwergirtina gelemperî ku roja Yekşemiyê dê pêk were, wwelat derbasî qonaxa bêdengiya hilbijartinê bûye.

Hilbijartina parlimanî ya berwext li Iraqê dê sibe 10ê Cotmeha 2021ê were lidarxistin.