Çeperên terorîstên mayî yên DAIŞê li Kerkûkê hatin jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i329129-Çeperên_terorîstên_mayî_yên_daiŞê_li_kerkûkê_hatin_jinavbirin
Hêzên artêşa Iraqê bi pêkanîna operasiyoneke berfireh li parêzgeha Kerkûkê, çeperên terorîstên DAIŞê yên mayî ji nav birin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2021 05:40 Asia/Tehran
  • Çeperên terorîstên mayî yên DAIŞê li Kerkûkê hatin jinavbirin

Hêzên artêşa Iraqê bi pêkanîna operasiyoneke berfireh li parêzgeha Kerkûkê, çeperên terorîstên DAIŞê yên mayî ji nav birin.

Li gorî rapora Sûmiriyeyê, Wezareta Berevaniya Iraqê îro (çarşemî) bi daxuyaniyekê ragihand: Hêzên artêşa Iraqê di vê operasiyonê da karîn sitargeheke girîng a çeteyên DAIŞê li Kerkêkê nas bikin û bidin ber êrîşê.

Wezareta Berevaniya Iraqê her wiha ragihand ku hêzên iraqî du erebeyên çeteyên DAIŞê jî ji nav birin.

Roja borî jî hêzên Heşda Şeibiyê qala kuştina serçeteyekî terorîstên tekfîrî yên DAIŞê li başûrê Tekrîtê kir.